Çawa hevsengiya kar-jiyanê biparêzî ku karkirina ji mal piştî qedexeyan dibe norm

Şîreta pisporan ji karmendan re, eger ew dixwazin bêtir ji mal karbikin bi rêvebirên xwe re duristiyê bêjin.

ABS LABOUR FORCE FIGURES

People in the central business district (CBD) of Sydney. Source: AAP / BIANCA DE MARCHI/AAPIMAGE

Key Points
  • The number of hours Australian employees worked from home reduced from 43 per cent in March to 26 per cent in September: New Study
  • Associate Professor Dr Mohan Thite says managers want employees to work more often from the office
  • A Senate committee recommends a law that gives employees the "right to disconnect from work"
Lêkolînek vê dawîyê destnîşan kir ku şêwaza karkirina ji mal (hybrid), digel hin rojan li ofîsê û yên din li mal, bi sivikkirina qedexeyên COVID-19 li Australya bûye norm.

Lêkolîn dibêje karmend di piraniya pîşeyan de di meha Îlonê de li gorî Adara îsal kêmtir ji mal (WFH) karkirin.

Tevahiya demjimêrên karê ji mal (WFH) ji sedî 43 di Adarê de dakete ji sedî 26 di Îlonê de.

Başûrî Australya, Herêma Paytexta Austuralya/Tasmanya û Herêma Bakur ji sedî 53, ji sedî 48 û ji sedî 43 kêmbûna herî tund ya WFH tomar kirin.

Profesor David Hensher, Rêvebirê Enstîtuya Veguheztin û Lêkolînên Lojîstîk li Zanîngeha Karsaziya Sydney, got ev dîtin di warê karê hîbrîd de bi tiştê ku "normala nû" re xuya dike hevaheng in.

Profesor Hensher got, "Em dest bi dîtina hin nîşanên domdarkirina şêwazên karê hîbrîd dikin."
Businesswoman planning strategy on video call
New South Wales and Victoria had the highest WFH proportion at 31.4 per cent and 28.9 per cent in September. Credit: Morsa Images/Getty Images
Profesorê hevkar Dr Mohan Thite, ku li Zanîngeha Griffith rêveberiya karmend û têkiliyên pîşesaziyê fêr dike, got hêviyên rêveberan herku Australya ji pandemiyê derdikeve mezin dibin.

"Rêveber dixwazin ku karker vegerin û bi karmendên din re têkilî hebe. Lê, di heman demê de, ew ditirsin ku kontrola li ser karkeran winda bikin ger ew bêtir ji mal karbikin," Dr Thite ji SBS re got.

"Lê lêkolîn nîşan dide ku hilberî ji karkirina ji mal yan ji dûr ve kêm nabe. Bi rastî, di gelek rewşan de, hilberî bi rastî zêde bûye."
Çawa hevsengiya kar-jiyanê biparêzî

Hin karmend gelekî dijwartir dibînin ku ji ofîsê karbikin ji ber ku karê ji di dema qedexeyan de dema çûnûhatinê tewfîr dikirin.

Dr James Donald, mamosteyê Şûnbilind di dîsîplîna Kar û Lêkolînên Rêxistinî de li Zanîngeha Sydney, got ku karmend divê bi rêvebirên xwe re danûstandinên rasterast bikin.

"Ji bo hin rêxistinan, ew ne mimkûn e. Ew ferz dikin ku karmend hefteyê sê rojan li ofîsê karbikin, lê ne her cihê kar wusa ye," Dr Donald got.

"Tevî ku şîrket li ser vê yekê siyasetên xwe hebin, bi gelemperî di wê çarçoveyê de hin nermbûn hene," wî zêde kir.

Dr Donald got kardêr bi îhtîmaleke mezin guhdarî dikin ji ber ku ew bazareke kar ya teng e.

"Piraniya rêveberên di nav şîrketan de di dawiyê de dixwazin ku baştirîn tişt ji xelkê xwe bistînin. Ji ber vê yekê, ev benek e ku karmend dikare bikişîne," wî got.

"Li ku derê potansiyela serkeftin-serkeftinê hebe, lê gelek karmend bi destpêkirina wê danûstendinê rehet û pêbawer nabin. Hûn ji ber wê danûstendinê ji kar nayin derxistin."

Bandorên neyînî yên ku bi tevahî ji mal kar bikî

Dr Thite got dema ku ew parêzvaniya karê ji mal dike, hin bandorên neyînî yên karkirina bi tevahî ji mal jî hene.

"Pirsgirêkên derûnî yên mîna îzolbûnê û nekarîna danûstandina bi kesên din re hene. Zextek ji bo domandina hevsengiyê heye, mîna ku mirov çawa aram û baldar be dema ku ji hêla malbatê ve were dorpêç kirin," Dr Thite got.

Dr Thite got pêdivî ye ku karmend zanibin ku ew ji bo berjewendiya wan ya kesane û pîşeyî ye ku ew ji nivîsgehê kar bikin.

Dr Thite got: "Berî her tiştî, nefesa hewaya teze divêt û bi mirovan re têkilî deynin. Aboriya îroyîn ji hêla nûbûn û afirîneriyê ve tê rêve kirin, û ji bo ku nûbûn û afirîneriya we geş bibe, divê hûn bi mirovên din re têkilî deynin."
Ew hewldaneke hevpar e. Ji ber vê yekê karê bihev re beşekî bingehîn yê kar e. Ji ber vê yekê jî di berjewendiya karmendan de ye ku ew bi kêmanî hefteyê çend rojan ji ofîsê kar bikin.
Dr Donald got karkirina ji mal divê ji hêla cihê kar ve bi baldarî were rêvebirin.

"Ew bi şîrket û siyasetên wê ve girêdayî ye lji bo piştevaniya karmendên wan di warê bargiraniya kar de û teşwîqkirina wan ku li derveyî demjimêrên kar zêde kar nekin," wî got.

"Ew li ser pêşvebirin û afirandina çandek e ku mirov xwe ewle hest bike."

Mafê Veqetandinê 

Komîteyeke hilbijartî ya senetê li ser Kar û Lênerînê meha borî şîret li hukumeta Australya kir ku qanûnekê binirxîne ku "mafê qutbûna ji kar" bide karmendan.

"Pandemiyê dît ku hejmareke zêde ya karkeran ji mal kar dikirin, û vê yekê jiyana gelek karkeran guhert," komîteyê got.

Komîteyê got dema ku qalibên nû berhemdar bûn û dema çûnûhatina gelek malbatan tewfîr kirin, wan sînorên li dora demjimêrên kar lawaz kirin û dema kar zêde kirin.

Li gorî komîteyê, mafê qutbûnê divê:
  • Karê hilberîner ji mal û nermbûna kar çalak bikin û piştgirî bikin.
  • Mafê karkeran li derveyî saetên peymankirî ji karê xwe qut bibin biparêzin û vî mafî bi kardêrê xwe re bicîh bînin.
  • Erkekî erênî deynin ser kardêran da ku bi awayekî maqûl mafê xwe li ku derê gengaz bi cih bînin.
  • A SiDestûr bidin karmendan ku îtîrazê li Komîsyona Karê Adil bikin ku kardêr maf napejirînin.milar right already exist in some European countries.
Ji xwe mafekî bi vî rengî li hin welatên Ewropayê jî heye.

SBS pabend e ku hemî nûvekirinên COVID-19 ji civakên pirçand û pirziman yên li Australya peyda bike. Ewle bimînin û agahdar bimînin serdana 

Share
Published 12 November 2022 12:52pm
By Sahil Makkar
Presented by Mayada Kordy Khalil
Source: SBS


Share this with family and friends